• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Ji Mislimanên Çeçen re binçaviya neheqî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

3 Mislimanên Çeçen di şeva 30ê Adarê de li Balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê hatin binçavkirin û dûvre wan birin Midûrtiya Şubeya Biyaniyan.Ev her 3 Çeçenên Misliman nahêlin ku bi malbatên xwe re jî hevdîtinê bikin. Naskiriyên wan ji ber ku ew  hatine binçavkirin mitaleya wan dikin û diyar kirin ku ev binçavî bêhiqûkî û neheqî ye.

Kesekî ku ji naskirîyên kesên ku hatibûn binçavkirin bû û nedixwast navê xwe ji ber sedema ewlehiyê aşkere bike diyar kir ew digel  Anzor çûne balafirgehê û geşedaniyên di derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re anî ziman.

Kesê naskirî di derbarê mijarê de wiha axivî: “ Hevalekî min karê reşreşkan dikir. Ji derve reşreşk dihat, ez jî li derveye balafirgehê disekinîm.Ew ê zilam reşreşkan anîbana.Anzor jî li balafirgehê rasta Musabî û Harûn hatibû.Ew jî li benda îlacan bûn. Zilam digel pîreka xwe di destê wî de çente hatibû. Ji temamê xalên kontrole derbas bû.Piştî ku ji cihên kontrolê derbas bû re polês hatin û li zanyarên îqametgahê yên wî nihêrtin.”

 “Îmza bavêjin naxwe em destûrê  nadin ku hûn nimêj bikin”

Kesê naskirî di berdewama axavtina xwe de diyar ku her çi qas tu pirsgirêk û kêmasî tunebûn jî kesên Çeçen ji ber nasnameyên xwe Îslamî hatine binçavkirin û dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Polêsan ji wan re gotin ku hûn ê bi me re werin.Ji ber vê yekê hevalên min ji wan re gotin gelo çi bû ye?Em bi we re nayên.Dûvre ji hevalên min re gotin ku em ê we bi zorê bibin û wan birin. Li balafirgehê wan avêtin qeraqolê. Jixwe şibakên cihê ku lê diman jî tunebûn. Dema ku dibe wextê şeveqê zilamê wê derê ji wan re dibêje îmzaya xwe biavêjin.Birayên me yên li wê derê jî dibêjin heta ku parêzerê me neyê em îmzayê neavêjin.Ji ber vê yekê polês ji wan re dibêjin em destûrê nadin we da ku hûn nimêjê bikin, heger hûn îmza biavêjin em ê we bibin nimêjê û qibleyê nîşanî we bidin, heke hûn qebûl nekin em we nabin nimejê, em ê we nebin destavê jî.Birayê min tu fêm dikî rewş bi vî awayî ye.”

 “Hemû tişt fermî bû lê çima wiha dikin”

Bê hiqûqîyên ku hatine kirin ji teref kesê ku naskiriyê Çeçenan bû ve wiha hatin vegotin: “Ez li derveye balafirgehê disekinîm. Min li hevalê xwe geriya lê min tu xeber jê negirt. Ji ber vê yekê ez ketim hindur û bi seatan min lê geriya.Li tu derî tunebû.Min ji polêsan jî pirs kir lê ji min re gotin ku me wî negirtiye. Dûvre ez hînbûm ku ji teref polêsan ve hatiye binçavkirin.”

Kesê ku van geşedaniyan dianî ziman di dawiya axavtina xwe de diyar kir ji ber ku ew hatine welatekî Misliman a wek Tirkiyê gelekî kêfxweş in lê ji ber ku li vê derê bi şikleke kamil li wan xwedî nayê dergetin ji rewşê gazin kir û dûvre wiha dawî li axavtina xwe anî: “Em û xelkê Tirkiyê ji hevdû hez dikin û piştgirîyê didin hev.Dema ku em hatin vê derê me ji xwe re got ku em ê bi şikleke rihet hemwelatîyê bistînin lê ev bû 15 sal ku me dan sekinandin.Hemd ji Xwedê re ku Remezana sala borî dane min, lê ji vî birayê me yê bi navê Anzor re hê nedane.A niha girtiye û bi şikleke nehaq  hatiye hepskirin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir