Polêsê birîndar jiyana xwe ji dest da
Polêsekî ku di êrîşa bombeyî ya ku li Diyarbekirê hatibû kirin de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da.
Her weke ku tê zanîn li Taxa Baglara Diyarbekirê ji teref PKKyiyan ve bi wesayîta bombebarkirî êrîş li serwîsa polêsan hatibû kirin ku di vê êrîşê de 7 polês jiyana xwe ji dest dabûn û 15 polês birîndar bûbûn.Ji van polêsên birîndar polêsekî bi navê Tamer Aktaş li nexweşxaneya ku lê tedawî didît jiyana xwe ji dest da.(ÎLKHA)