• DOLAR 32.284
  • EURO 35.005
  • ALTIN 2444.464
  • ...
HUDA PAR ji êrîşa Lahorê re bertek nîşan da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Seroktiya Têkiliyên Derve ya HUDA PARê ve di derbarê êrîşa ku li Lahora payîtextê eyaleta Pencabê hat lidarxistin de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de êrîş hat tel’în kirin

Di daxuyaniyê de hat belavkirin ku nêzê 70 kesan jiyana xwe ji dest dane û 300 kes jî birîndar bûne. Dûvre daxuyanî wiha hat domandin: “Divê ku mirov bi hêzên emperyalîst re tekoşîn bike. Lê di şûna vê yekê de hinek kes ji armanc û ramanên hêzên şerê re xizmet dikin û rê ji çalakiyan re vedikin. Ev yek jî ji Umetê re xiyanetiya herî mezin e.”

 “Mimkûn nînin ku ev êrîşên dere îslamî û însanî werin qebûlkirin”

Di daxuyaniyê de hat belav kirin ku ev êrîşên ku tên lidarxistin bi tu wechê nayên qebûlkirin. Dûvre li daxuyaniyê wiha hat zêde kirin: “Bi çi armanc û hişmendiyê dibe bila bibe di jiyana civakî de mimkûn nînin ku ev êrîşên dere îslamî û însanî yên ku li siwîlan tên kirin werin qebûlkirin. Ji xwe dema ku ev êrîş li pîrek û zarokan bê kirin ev yek bi tu wechê nayê qebûlkirin.

Em ji malbatên kesên ku di teqînê de jiyana xwe ji destdane re serxweşî serxweşî û sebir dixwazin û em hêvîdar in ku carek din bûyerek wiha neqewime.” (ÎLKHA)


 



Bu haberler de ilginizi çekebilir