Li Wanê polês destûr neda meşa HDPyîyan: 13 binçavî
Kesên HDPyî xwestin kuştina 12 PKKyîyan bi meşe protesto bikin lê belê polêsan destûr nedan wan.13 kes hatin binçavkirin.
Li navçeya Edremîta Wanê berî vê çend rojan polêsan bi ser malekê de girtibûn û pevçûn derketibû.Di pevçûna ku derketibû de 12 PKKyî hatibûn kuştin. Ji ber vê yekê kesên HDP/DBPyî xwestin ku kuştina 12 PKKyîyan protesto bikin. Lê belê polêsan destûr neda wan û bûyer derketin.Polêsan bi gaza îsotan û bi avê mudaxeleyî komê kir. Di encama bûyerên ku li Wanê derketin de 13 kes hatin binçavkirin.(ÎLKHA)