"Kesên êrîşkar û mexdûr di heman dosyayê de ne"
Di bûyerên piştî ku Serokê Yenî Îhya-Derê Aytaç Baran hat qetilkirin re derketin de 16 kes hatibûn binçavkirin û dûvre jî hatibûn tewqîfkirin. Parêzerê dozê Mîrxan Ozbeklî di derheqê dosyê de nirxandinan kir û destnîşan kir kesên mexdûr û êrîşkar di heman dosyê de ne.
Doza 16 kesên ku di bûyerên ku piştî Serokê Yenî Îhya-Derê Aytaç Baran hat qetilkirin re derketin de hatibûn girtin wê di 18ê mijdarê roja çarşemê li 5emîn Mehkemeya Giran a Cezayê ya Kayserîyê bê dîtin.
Parêzer Mîrxan Ozbeklî di derbarê dosyê de nirxandinan kir û di derbarê mijarê de destnîşan kir kesên êrîşkar û mexdûr di heman dosyê de ne û ji rewşê re bertek nîşan da.
Parêzer Ozbeylî di derbarê dosyaya dozê de balan kişande li ser mijara neheqî û bêhiqûqîyan û destnîşan kir: “ Nêrîna dozgerên Komara Tirkîyeyê ji bo xelkê rojhilat hê jî nehatîye guhartin, her wiha di bûyeran de kesên êrîşkar hene û kesên ku rastî êrîşê hatine hene. Kesên êrîşkar û kesên mexdûr di heman dosyê de ne. Divîyabû kesên ku rastî êrîşê hatine û hewl dane da ku canê xwe biparezin li Mehkemeya Cezaya Aslîyê hatibana darizandin. Lê belê kesên ku mexdûr bûne jî bi wan kesên êrîşkar re di heman dosyê de tên darizandin.”(ÎLKHA)