Li Marmarayê erdhejeke din
Marmarayê ku duh bi lerza 4.2an hejîya bû îro di wextên sibe de erd cardin bi lerza 3.2an hejîya.
Li gor agahîyên ku ji Enstîtuya Lêkolîna Erdhejê û ya Rasatxaneya Qandîllîyê hatine hilgirtin îro di seat 06.36an de li Behra Marmarayê di lerza 3,2an de erdhej pêk hat. Erdhej li Stenbol û li bajêrên derdorê jî hat sehkirin.
Duh di derdora seat 17.45an de li Marmarayê di lerza 4.2an de erdhej pêk hatibû û erdhej bûbû sedema panîkeke mezin.(ÎLKHA)