• DOLAR 32.411
  • EURO 34.657
  • ALTIN 2391.318
  • ...
 "Heger îro îslam li ser pîyan be bi wesîleya Yasînan e"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Cemîyeta Mustezafan a Şaxa Qonyayê ve li Qonyayê  bernameyeke bi navê ‘Kerbela û Aşûra’ hat lidarxistin. Nivîskarê Rojnameya Dogruhaberê Saîd Şahîn wek axavker beşdarî bernamê bû.

“Ji ber hindikbûna nîmetan an jî ji ber tengasîya arzê xwîn nayê rijandin”

 Nivîskar Saîd Şahîn di destpêka axavtina xwe de destnîşan kir hêj ji mêj ve dema ku însan hat afirandin ve xwîn hatîye rijandin û wiha pêde çû: “Însanê ewil yê ku hat afiradin dest bi rijandina xwînê kir. Zarokên Hz. Adem kesên ewil in ku li ser rûyê erde xwîn rijandine.  Kabîl har bû û biya şeytanû nefsa xwe kir û birayê xwe Habîl kuşt. Li ser rûyê erdê ji ber hindikbûna nîmetan an jî ji ber tengasîya zemînê xwîn nayê rijandin.Însanê ku bi hêz dibe  dema ku biya nefsa xwe bike û Rebbê xwe ji bîr bike wê demê ew însan har dibe xwînê dirjîne.”

“Bi hilbijartina malê dinyayê îmtîhanê winda kirin”

Şahîn bi bîr anî însan her tim di nava îmtîhaneke de ye , di dawîya vê îmtîhanê de jî jê re an cennet an jî cehennem heye û wiha li axavtina xwe zede kir: “Di pêvajoya îmtîhanê de dema ku însan tê asta dînê Xwedê yan jî tirsa zaliman, wê demê her kes li gor xwe yekî hilldibijêrî. Bi heman awayî di wextê wê de hinek kes dema ku gihaştin vê astê bûn terefdarên zaliman û malê dinyayê hilbijartin. Bi vî awayî dînê Xwedê terk kirin û îmtîhanê winda kirin. Dibe ku  bûyera Kerbelayê cardin neyê dubare kirin. Lê belê îmtîhanên bi heman awayî pêk tên û dubara dikin.”

Şahîn di dawîya axavtina xwe de destnîşan kir ABD fitn û fesadîyê di nava mislimanan de derdixe û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Divê misliman bi hevdû re nelebikin. Her çiqas di naveyna mislimanan de cudahî û îxtîlaf hebin jî divê ji hevdu hez bikin. ABD weke berê eskerên xwe naşîne Afxanîstan û Eraqê . Lewra stratejîya xwe ya şer guhart.  Di şuna şandina arteşan de  di nava misliman de agirê fitn û fesadîyê pêdixe û di nava mislimanan de şer û pevçûnên navxweyî derdixe. Divê misliman ji van tiştan ders û îbretan ji xwe re bigirin.”(ÎLKHA)

 

 















Bu haberler de ilginizi çekebilir