• DOLAR 32.284
  • EURO 35.005
  • ALTIN 2444.464
  • ...
Ji Ûmût-Dera Tatwanê alîkarîyên Remezanê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ûmût –Dera Tatwanê di meha Remezanê de jî ji malbatên hewcedar û jar re arîkarîyên erzaqê didomîne.  Ji ber munesebeta ku Remezanê Ûmût-Der ji malbatên feqîr û hewcedar yên ku berî niha hatibûn tesbîtkirin re arîkarîya erzeqê kir.

 Di derbarê xebatên arîkarîyê  de Serokê komeleyê Fesîh Ulugol wiha  axivî: “Em di navbira  dewlemend û feqîran de destê ku distîne û didin e ango mîna pirekî ne. Hemd ji Xwedê re ku em di meha Remezanê de ne . Em dixwazin ku di  vê meha mibarek de alîkarîya gelek malbatên jar û feqîran bikin. Lê belê ji ber ku derfet û îmkanên me tune n,e em hevî dikin ku kesên xêrxwaz ên Bidlîsî beşdarî vê xebata arîkarîyê bibin. Em ji karsazan daxwaz dikin bila werin hal û rewşa van kesên feqîr di cî de bibînin da ku halê wan baştir fêm bikin û  arîkarîya wan bikin.”

Ulugol, di dawîya xeberdana xwe de ji kesên dildar û endamên komelê re û her wiha ji kesên xêrxwaz re spasgûzarîyên xwe anî ziman.

Kesên ku bixwazin arîkarîya feqîr û jaran bikin dikarin ji van nimreyan bi rayedarên komeleyê re bikevin têkilîyê: 0535 693 9419 – 0545 278 0523(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir