• DOLAR 32.284
  • EURO 35.005
  • ALTIN 2444.464
  • ...
PKKê 60 gundên Başûrê Kurdistanê têxistiye bin qontrola xwe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor nûçeya Rûdawê ,PKKê li Başûrê Kurdistanê deverek din qontrol kir. Ew jî li devera Sindiyan a Zaxoyê ye. PKKê navê wê deverê daniye “Herêma Heftenînê” ku ji 60 gundan pêk tê. 
Gundî û cotkarên wê deverê jî ji vê yekê pirs hêrs bûne û dibêjin, PKK zorê li me dike. Yek ji wan cotkaran ku pir hêrs bibû, got, eger ji ber hikûmetê neba min dê şerê wan bikira. Tê gotin ku PKK her meh li wê deverê 3 milyon dolar pereyê gumrikê distîne.
Şaredarê nahiyeya Batûfa ya Zaxoyê jî dibêje, me ji wan re gotin wê deverê vala bikin lê wan ji me re gotin, Sedam Husên ev der pêşkêşî me kiriye!Şaredarê Batûfa her wiha got, gellek caran gundiyên deverê gotine emê şerê PKKê bikin lê me nehîştiye tiştekî wisa çêbe lê divê ew bizanin ku li vir mêvan in.
PKKê li Qendîlê jî deverek ji xwe re qorix kiriye û navê wjî daniye “Herêma Parastina Medyayê”.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir