• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
SON DAKİKA
Zavayê Êlihî mesrefa xwarina daweta xwe bexşî Xezzeyê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di bomberdûmanên ku rejîma îşxalker a sîyonîst 7 meh in bênavber didomîne di nav wan de 15 hezar zarok zêdeyî 35 hezar sivîl hatin qetilkirin, ji vê hovîtiyê re li gel bertekên ji çar aliyên cîhanê bangawaziyên ji bo piştgiriya ji bo Xezzeyê zêde dibin.

Drama li Xezzeyê ji hemû beşên civakê, ji karkeran heta esnaf, ji pisporên tenduristiyê bigire heta perwerdekaran, ji zarokan heta mezinan, ji bo alîkarî û piştgirîyê berdewam dike.

Zavayê Alî Ekber Îrtemê kurê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê û Serokê Têkiliyên Giştî Mahmut Îrtem, diyar kir ku dixwazin hindik be jî piştgiriyê bidin Mislimanên Xezzeyê yên ku ji teref rejîma îşxalker ve rastî jenosîdê hatin.

Îrtem wiha şitexilî:

“Nêzî 7 meh in siyonîstên îşxalker li Xezzeyê jin, kal û pîr qetil dikin. Ji ber vê yekê me mesrefa xwarina daweta xwe ji Xezzeyê re bexş kir. Xwedê Teala arîkariya birayên me yên Misliman ên li wê derê bike û nîşanî me bide ku berxwedan û micadeleya li Xezzeyê di zûtirîn dem de bi serketinê bi dawî bibe.

Di daweta qûrê Arîkarê Serokê Giştî û Serokê Têkiliyên Giştî yê HUDA PARê Mahmut Îrtem de Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Sağlam, Parlementerê Êlihê Serkan Ramanli, Parlementerê Mêrsînê Faruk Dînç, Serokê ÎTTÎHADUL ULEMA Molla Enver Kiliçarslan û gelek mêvan beşdar bûn. (ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir