• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
SON DAKİKA
Rûsya: NATO, ji bo şera bi Rûsyayê re amadehîyeke ciddî dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Marîya Zaharovaya Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ku di heqê ‘Steadfast Defender 2024’ê ku weke tetbîqeta herî mezina NATOyê tê wesfandin daxuyanî da û got ku, “Aniha ji Şerê Sar vir ve tetbîqeta herî mezin a NATO yê di sînorên Rûsyayê tê kirin. Li gorî senaryoya tetbîqatê, çalakiyên koalîsyonê yên li dijî Rûsyayê di nav de çekên hîbrîd û konvansiyonel jî hene bi hemû rêbazan tên kirin.”

Berdevkê Karên Derve yê Rûsyayê got ku, “Bi rastî, NATO li dijî Rûsyayê di hemî hawîrdorên operasyonê de û di hemî aliyên erdnîgarî de dest bi şerê hîbrîd kiriye. Ne tenê şerê hîbrîd, endamên NATOyê di şerê li Ukraynayê de bi welatê me re bi awayekî aktîf beşdarî pevçûnek leşkerî ya rastîn dibin. Ew ne tenê rejîma Kîevê fînanse dikin û çekan ji wan re peyda dikin, lê di heman demê de daneyên îstixbaratî jî pêşkêşî wan dikin û piştre bi çekên rojavayî êrîşî sivîlan û binesaziya sivîlan li ser axa Rûsyayê dikin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir