• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Qada Mitîngê ya Yenîkapiyê ji evîna pîroz re amade dibe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di çarçoveya xebatên ku bi rojan e li gelek navçeyên Stenbolê dewam dikin, ji bo bernameya Mewlida Nebî li gelek deverên bajêr branda û afîş hatin daliqandin, li gel dawetname û belavokên bi nuqteyên derketina wesayîtan li meydanan û li derketina mizgeftan ji gel re hatin belavkirin.

Li Qada Mitîngê ya Yenîkapiyê ku wê bername lê bê lidarxistin, ji serê sibê amadekariyên mîtînga evîna pîroz destpê kirin. Brandayên dêw ên bi nivîsa "Rêberê Cîhadê" û "Mevlida Nebî Hezretî Muhammed" pêşî li hesinên profîlê û paşê jî li platformê hatin daliqandin û li ser platforma ku bi xebata tayê ekîbek nêzîkî 20 kesan hat avakirin hatin daliqandin.

Koordînatorê Weqfa Evîndarên Pêxember a Marmarayê Ercan Vergîlî der barê xebatên dawî yên mitînga ku Weqfa Kerwana Hêvîyê jî ji bo sibê kermes li dar bixe xebatên xwe didomîne axivî û got ku, “Weke Evîndarên Pêxember me bi piranî amadekariyên xwe yên ji bo bernameya Mewlîda Nebî ku her sal tê li dar xistin, qedandin. Qonaxa sazkirina platformê niha berdewam e. Di vê warî de me li qadê dewetên cuda kirin. Xebatên me yên reklamê û xebatên me yên vexwendinê yek bi yek çêbûn. Me xwe gihand Rêxistinên Sivîl, Rêveberên rûspî û gelek mirovên civakê. Înşallah emê sibê li Qada Mîtîngê ya Yenîkapiyê bernameya xwe ya mewlûdê pêk bînin. Ji bo balê bikşînin ser jenosîda li Xezzeyê, em ê di mîtînga xwe jî cîh bidin vê yekê. Em hemû gelê xwe yê evîndarên Pêxemberin dawetî qada mîtîngê dikin. (ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir