• DOLAR 32.218
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2411.983
  • ...
Wezîr Tunç ji bo Xezzeyê ji Serdozgerê Dadgeha Cezayê ya Navnetewî re bang kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezîrê Edaletê Tunç ku der barê qerara Tirkiyeyê ya ji bo midaxelekirina doza jenosîdê ya ku li Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ya li dijî rejîma îşxalker a sîyonîst hat vekirin de daxuyanî da û got ku ne temamkirina lêpirsînê û ne vekirina dozê ya Serdozgerê Dadgeha Cezayê ya Navnetewî (DCN) Kerîm Xan ên li dijî sûcên li dijî mirovahiyê yên ku li Filistînê hatine kirin, bûye sedem ku karesata li Xezeyê zêde bibe û qetlîamên zarokan bidomin.

Wezîr Tunç ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û wiha got:

“Ger na, di êrîşên ku 37 hezar sivîl di nav de 15 hezar zarok hatin qetilkirin, 77 hezar mirovên bêguneh birîndar bûn, bi mîlyonan mirov di bin birçîbûn û tîbûnê de ne, nexweşxane, îbadetxane, dibistan û kampên koçberan hatin bombebaran kirin wê kengê tevdîr bên kirin?

Li ber xwe dan a li dijî vekirina dozê ku hemû delîlên sûc diyar in, bê deng mayîna li hemberî qetlîamê, tê wateya hevparê sûcê ku hatiye kirin.

Êdî tehemmul nemaye, wijdanê mirovatiyê li her derê cîhanê diherike zanîngeh, kolan û meydanan.

Pêşîlêgirtina kuştina zarokan di destê DCNyê de ye, pêşîgirtina li sûcê qirkirinê sedemê hebûna DCN ye, ji ber vê yekê DCN hate damezrandin, xwedîyê vê desthilatdariyê ye. Sûcdar diyar in, divê zûka lêpirsîn bê destpêkirin, tedbîr bên girtin, sûcdar bên girtin.

Rojek dereng jî tê wateya ku bi sedan zarok ji jiyanê qut dibin. Tu sedem tune ku hûn li bendê bin, ne wekî lekeyek reş li ser dîroka qanûnî ya cîhanê; Ger hûn dixwazin wek yekî ku mafê mirovan û edaletê diparêze were dîtin, divê hûn deqîqeyek jî li bendê nemînin.

Ji kerema bila zarokan neyên kuştin. Bila sûcdar li ber edaletê hesab bidin." (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir