• DOLAR 32.225
  • EURO 35.051
  • ALTIN 2517.702
  • ...
Li 6 bajaran li dijî rêkxistinê operasyon hat kirin: 46 binçavî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yerlîkaya li ser hîsaba xwe yê medyaya civakî Xê daxuyand, îfade kir ku li 6 bajaran li dijî 6 rêkxsitinên cûda operasyonên hemdemî yê bi navê “Mahzen-35” hatine lidarxistin û di encamê de 46 şikdar hatin binçavkirin.

Di operasyonan de Engîn Tatar li Antalyayê, Mehmet Canbaz li Balikesîrê, Eyyup Dogruer li Entabê, Recep Ornek li Qonyayê, Okday Gun li Mêrsînê û Erkan Saltik jî li Ûşaqê hatin girtin û di encama li van operasyonan de 6 rêkxsitinên cûda hatin têkdan.

Di operasyonan de 46 şikdar dî hatin girtin.

Di encama operasyonan de: 30 heb çekê bêrihset, 2 heb tivinga nêçîrê, çekê otomatîk, maddeyê tiryakê û gelek mîqdar Lîrayên Tirkî hatin bidestxistin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir