• DOLAR 32.26
  • EURO 35.127
  • ALTIN 2504.83
  • ...
Yapicioglu û Henîyye hevdîtin kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di hevdîtina ku tê de geşedanên dawî yên li Xezzeyê hatin nirxandin de Yapicioglu ji bo 3 kur û 4 nevîyên Henîyye yên ku hatin şehîdkirin tazîyeyên xwe pêşkêş kir.

Zekerîya Yapicioglu Serokê Giştî yê HUDA PARê û heyeta pêre li Stenbolê bi Serokê Buroya Siyasî yê HEMASê Îsmaîl Henîyye re hevdîtin kir.

Derbarê hevdîtina ku hat kirin de ji teref HEMASê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di hevdîtina ku hat kirin de geşedanên dawî yên li Xezzeyê hatin nirxandin û rêyên kirina alîkarîyê yên ji bo Xezzeyê hatin axavtin.

Li gorî daxuyanîya HEMASê zekerîya yapicioglu Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu li Stenbolê bi Serokê Buroya Siyasî yê HEMASê Îsmaîl Henîyye di heman hevdîtinê de rewşa li Şerîaya Rojava û zilm û zordarîya ku li êsîrên Filistînî tên kirin jî hatin nirxandin.

Di hevdîtinê de Yapicoglu û heyeta pê re Filistînîyan tebrîk û teqdîr kirin ji ber ku ew li seranserê cîhanê di warê heqên neteweyî de bûne rol û rêberekî model.

Yapicioglu di dema hevdîtînê de ji bo 3 kur û 4 nevîyên Henîyye yên ku hatin şehîdkirin tazîyeyên xwe pêşkêş kir û cardin destekên xwe ji bo berxwedana Filistînîyan anî zimên. (İLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir