• DOLAR 32.223
  • EURO 34.933
  • ALTIN 2444.474
  • ...
Hîzbûllah, mewzîyên îşxalkeran bombe kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hizbullah ragihand ku ev hedefgirtin îro bi mûşeka "Burkan" hatiye kirin û rasterast li baregehê hatiye xistin.

Her wiha Hizbullah ragihand ku di du operasyonên cuda de 2 caran bi roket û topan li başûrê heman baregehê, çepereke nû ya ku leşkerên artêşa dagirker lê bicih bûne kirine hedef.

Mucahidên Hizbullah bi roket û topan komek leşkerên dagîrker ku li nêzîkî devera “Ramîa” kom bûbûn hedef girtin û her wiha otomobîla leşkerî ya dagîrkeran ku derbasî devera “El-Metûla” dibû, bi çekên munasib hedef girtin û rasterast ew gulebaran kirin. Hat hînbûn  di encama operasyonê de gelek îşxalker mirin û birîndar bûn.

Hizbullah di daxuyaniyên xwe da diyar kir ku “Operasyon ji bo piştgirîkirina gelê Filistînê yê li Şerîda Xezzeyê bibiryar û piştgiriya berxwedana wan hat kirin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir