• DOLAR 32.361
  • EURO 34.778
  • ALTIN 2396.603
  • ...
Dînçê Parlementerê HUDA PARê: Divê tu rojev jenosîda li Xezzeyê nede jibîrkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Polîtîkayên Ciwanan ên HUDA PARê û Parlementerê Mêrsînê Faruk Dînçê ku li Lijneya Giştî ya Meclisê li dervayê rojevê axivî bal kişand li ser wehşeta nemirovane ya li Xezzeya ku di bin ablûqaya sîyonîstên îşxalker de tê kirin û got ku hovîtiya li dijî mirovatiyê li ser gelê Filistînê li ber çavên cîhanê dewam dike.

Dînç gotina xwe wulo domand:

“Dîtina bi sedan cenazeyan ji binê nexweşxaneya Şifayê cîhan seferber nekir. Cenazeyên zarokan ên şewitî nikare cîhanê bihejîne. Mixabin ti welatekî bi awayekî ciddî bertek nîşanî nalînên jin û zarokan nedaye. Niha jî dixwazin wêranî û qetlîamên li bakurê Xezzeyê li Refahê pêk bînin. Siyonîst qatilên ku ev 6 meh in bi polîtîkaya jenosîdê gelê Xezzeyê neçarî koçberiyê dikin, xwe ji bo êrîşa li ser Refeha ku milyonek û nîv kes xwe lê strandine amade dikin. Divê tu rojev jenosîda li Xezzeyê nede bîr kirin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir