• DOLAR 32.403
  • EURO 34.636
  • ALTIN 2392.442
  • ...
Li Xezzeyê herî kêm cenazeyên 7 hezar şehîdan di bin enqazê de ne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Artêşa qaşo yê rejîma îşxalker a sîyonîstan, ev 190 roj ku qetlîam û jenosîda xwe ya li Xezzeyê didomîne.

Rejîma sîyonîst a ku bi zorê gel birçî û bê av dihêle, bê navber xanî û avahiyên ku sivîl tê de dijîn bombe baran dike.

Wezareta Tendirustîyê ya Filistînê diyar kir ku di êrîşên rejîma sîyonîst ên îşxalker de heta niha bêhtirê wan zarok û pîrek 33 hezar û 686 kes şehîd bûn.

Hat diyarkirin ku hejmara birîndaran jî derketiye 76 hezar û 309 kesan.

Ofîsa Medyayê ya Hikumeta Xezzeyê diyar kir ku artêşa qaşo yê rejîma îşxalker a sîyonîst ji 7ê Îlona 2023yan vir ve 2 hezar û 973 qetlîam pêk anîne, di van êrîşan de 14 hezar û 560 wê zarok û 9 hezar û 582 wan pîrek hatine şehîdkirin, herî kêm cenazeyên 7 hezar şehîdan yan di bin enqazê de ye yan jî winda ye. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir