• DOLAR 32.368
  • EURO 34.578
  • ALTIN 2382.123
  • ...
Li Îngîltereyê ji bo Xazzeyê meşa piştgiriyê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Londona paytexta Îngîltereyê bi sed hezaran xwepêşandêr cara 11em meşeke neteweyî li dar xistin û banga agirbesta lezgîn ji bo Xazzeyê kirin.

Di salvegera 48em a Roja Axê de ku bûye sembola berxwedana li dijî dagirkeriyê, xwepêşander li meydana Russell ya paytexta Îngîltereyê hat lidarxistin.

Xwepêşandêrên ku daketin kolanan bi al û pankartên Filistînê di destên xwe de heta meydana Trafalgar a navenda bajêr meşiyan.

Di xwenîşandana daxwaza rawestandina qirkirin û jenosîda li Xezeyê hat kirin û her wisa hikûmeta Îngîltereyê bi "şirîkatîya jenosîdê"  hat tawanbarkirin.

Xwepêşandêr bi pankartên bi nivîsa "Li Xezzeyê komkujî heye", "Baca me sûcên şer ên îsraîlê fînanse dike" û "Dest ji Refahê berde" heta Qada Trafalgar meşiyan.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir