Îşxalkeran heta danê sibê Xazzeyê bombebaran kirin: Hejmara şehîdan nayê zanîn

Hêj nayê zanîn di êrîşên hovane yên ku ji teref şebekeya teror û îşxalê ve hat kirin de li Xazzeyê çend kes şehîd bûne, lê tê zanîn ji ber bomberanê bi sedan avahî hilweşîyan.

Ekleme: 28.10.2023 15:15:37 / Güncelleme: 28.10.2023 15:15:37 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Siyonistên îşxalker û terorîst doh êvarî ji beja, behr û asîmanê bênavber Xazzeyê bomberan kirin û qetlîam û hovîtîya xwe domandin.

Hat hînbûn îşxalker di êrîşên doh êvarî de giranîya xwe dan herêma Beyt Xanûn.

Hat hînbûn mucahidên Îzzedîn El-Qassam bersiveke tund dan îşxalkerên ku ji bejahîyê derbasî Xazzeyê bûn û gelek îşxalkeran kuştin.

Li gorî agahîyan ji ber êrîşan têkilîya bi Xazzeyê re bi temametî qut bûye û ji Xazzê xeber nikare bê girtin.(ÎLKHA)