Li Sêwasê otobusa rêwiyan qelibî: 7 mirî, 40 birîndar

Li navçeya Gurûna Sêwasê di encama qezaya ku otobusa rêwiyan wergeriya de 7 kesan canê xwe ji dest dan û 40 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 15.10.2023 14:05:36 / Güncelleme: 15.10.2023 14:05:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza li cihê Yazyurdu ya li ser rêya Pinarbaşi-Gurûnê pêk hat. Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin otobusa rêwiyan a ku di navbera Stenbol û Wanê de diçû û heta niha navê ajokarê wê nehat zanîn qulibî.

Li gor tespîtên ewil di qezayê da 7 kes li cihê bûyerê mirin û 40 kes jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristiyê, îtfaiye, polês û cendirmeyan sewqî cihê qezayê kirin.

Ekîbên îtfaîyeyê camên otobusê şikandin û rêwiyên ku asê mabûn xilas kirin. Birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneya navçeyê.

Hêzên ewlehiyê ji bo ku rê li ber qezayên din neyên girtin, tedbîr girtin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)