Tugayên Qassamê: Îşxalkerên siyonist hatin xistin kemînê

Tugayên Îzzedîn El-Qassam bi daxuyanîya ku belav kir destnîşan kir, ew li Netzarima li başûrê Xazzeyê komek leşkerên qaşo yên îşxalkeran xistine kemînê.

Ekleme: 29.04.2024 12:55:17 / Güncelleme: 29.04.2024 12:55:17 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Tugayên Îzzedîn El-Qassam ku baskê leşkerî yê HAMASê ye bi daxuyanîya ku belav kir destnîşan kir, ew li Netzarima li başûrê Xazzeyê komek leşkerên qaşo yên îşxalkeran bi bombeyên ku ji balafiran hatibûn avêtin lê ne teqîyabûn xistine kemînê.

Hat ragihandin di kemîna ku hat danîn de gelek leşkerên siyonist ên îşxalker hatin kuştin û gelek ji wan jî birîndar bûn.

Di dîmenên ku li ser medyaya civakî hatin belavkirin de hat dîtin îşxalkerên ku hatin kuştin û birîndar bûn bi helîkopterê hatin birin nexweşxaneyê.(ÎLKHA)