Li Iraqê kesên jirêderketî wê bên şandin girtîgehê

Li Iraqê ji kesên jirêderketî re navbeyna 10-15 salan cezaya hepsî wê bê dayîn. Pêşnûmaya yasayê cezaya hepsê di parlementoyê de hat qebûlkirin.

Ekleme: 28.04.2024 16:45:19 / Güncelleme: 28.04.2024 16:45:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Parlementoya Iraqê, pêşnûmeya yasaya ku tê de jirêderketî sûcdar dike û heta 15 salan cezayê girtîgehê dide, pêşkêşî dengdana endamên parlamentoyê kir. Di rûniştina ku ji 329 parlementeran 170 kes beşdar bûn de, pêşnûmeya ku ji 10 heta 15 salan cezayê hepsê li kesên jirêderketî ceza dike, bû qanûn.

Her wiha teşwîq kirina ji rêderketinê re herî kêm 7 sal cezaya hepsê û ji zilamên ku weke “qesdanî weke pîrek xwe pêş didin” re jî navbeyna 1-3 salan ceza tê derpêşkirin.

Amerîkaya dagirker li dijî qanûnê bertek nîşan da

Wezareta Derve ya Dagirker a Amerîkayê biryara Parlamentoya Iraqê ya ji bo cezaya girtîgehê li kesên jirêderketî rexne kir.

Wezaretê got ku qanûn wê ekonomîya Iraqê ji bo cihêrengkirina aboriya xwe û kişandina veberhênanên biyanî qels bike. (ÎLKHA)

 



Etiketler: