WHO xwest ku bila li Xezzeyê korîdora însanî bê vekirin

WHO roja şemiyê daxwaza vekirina korîdora însanî li Xezeya ku ev 4 roj in di bin bombebarana siyonîstên îşxalker de ye, daxwaz kir.

Ekleme: 10.10.2023 14:55:34 / Güncelleme: 10.10.2023 14:55:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Tûgayên Îzzeddîn El-Qessam di 7ê cotmehê de li dijî siyonîstên îşxalker operasyona Tofana Eqsayê li dar xistibû û siyonîstên îşxalker bêyî ku xema canê mirovan bikin Xezzeyê bombebaran kirin û di encamê de bi sedan sivîl şehîd bûn.

Siyonîstên îşxalker ji bilî qetlîamên li ser sivîlan, bi qutkirina ceyran û ava Xezzeyê û qedexekirina hatina derman û xwarinê, heyfa vê operasyonê ji xelkê distînin.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) xwest li Xezzeya ku ev 4 roj in di bin bomberdûmanê de ye û di bin êrîşên îşxalkeran de ye, korîdora mirovî bê vekirin.

Berdevka WHO Margaret Harris li Cenevreyê daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku rêxistin bi gelek aliyan re di nava danûstandinan de ye û ji bo peydakirina pêdiviyên tenduristiyê yên bingehîn ji welatiyan re divê korîdora mirovî bê vekirin. (ÎLKHA)