Hereketa Ensarûllah: Me ji Amerîkayê teklîfên “dilkêş” bihîst

Hereketa Ensarûllahê Yemenê ragihand ku Amerîkaya îşxalker jibo alîkarî nedana ji piştgiriya Xezze pêşniyarên "dilkêş" ji wan re kiriye.

Ekleme: 08.05.2024 14:25:16 / Güncelleme: 08.05.2024 14:25:16 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Mehdî el-Maşatê ji serokên Hereketa Ensarûllahê got ku, ji bo sekinandina êrişên ser keştiyên girêdayî rêjîma sîyonîst ji Amerîkayê pêşniyarên “dilkêş” wergirtin û wan hemû pêşniyar red kirin e.

El-Maşat di merasima leşkerî ya ku li paytext Sanayê hat lidarxistin de axivî û diyar kir ku Amerîkaya dagirker bi rêya hin welatan bi wan re têkilî daniye.

El-Maşat diyar kir ku eger alîkarî nedana ji piştgiriya Xezze bikin, pêşniyarên "dilkêş" ji wan re kiriye. El-Meşat got ku, “Amerîkî xwe şermezar dikin. Bi navbeynkaran hewl dan ku ji me re xweş xuya bikin. Wan bi giranî hewl da ku me bixapînin da ku piştgiriya ji bo Xezzeyê bi dawî bikin. Lê em hemû pêşniyarên wan red dikin ji ber ku ew li dijî dîn, nirx û prensîbên me ne.”

El-Meşatê ku got, "Dema ku dijmin di şer de têk diçe, niha serî li rêyên din ên siyasî dide." eşkere nekir ku Amerîka bi rastî çi pêşkêşî wan kiriye di berdêla dev ji êrîşên li ser keştiyên bazirganî de. (ÎLKHA)