li Nexweşxaneya Şîfayê, 3. gora komî ya siyonîstên îşxalker hat dîtin

Ofîsa Medyaya Hikumeta li Xezzeyê, diyar kir ku cenazeyên 49 Filistîniyên ku ji teref rejîma îşxalker a sîyonîst ve di êrîşa Nexweşxaneya Şîfayê de hatibûn qetilkirin hatin dîtin.

Ekleme: 08.05.2024 16:30:18 / Güncelleme: 08.05.2024 16:30:18 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyaniya ku ji teref Ofîsa Çapemenîya Hikumeta li Xezzeyê ve hat dayîn de der barê xebatên ku li Nexweşxaneya Şîfayê tên kirin de agahî hatin dayîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ekîbên tenduristiyê heta niha gora komî ya 3'yemîn a li kampusa Nexweşxaneya Şîfayê tesbît kirin û heta niha cenazeyên 49 Filistîniyan ji vir hatin derxistin, xebat dewam dikin."

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku gelek Filistînî ji aliyê rejîma îşxalker ve hatin binçavkirin û windakirin û wiha hat gotin: "Kar neqediyaye û em li bendê ne ku bi dehan cenazeyên nû bên derxistin." (ÎLKHA)