Li Pakistanê ji bernameya Mewlûdî Nebî re êrîş hat kirin: 19 mirî, 40 birîndar

Li wîlayeta Belucistana Pakistanê ji bernameya Mewlûdî Nebî re bi bombeyê êrîş hat kirin, di êrîşê de li gorî diyarîyên ewil 10 kesan canê xwe ji dest dan, ji 40î zêdetir mirov jî birîndar bûn.

Ekleme: 29.09.2023 11:25:33 / Güncelleme: 29.09.2023 11:25:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, li nêzê camîyekî ku li herêma Mastunga Belucistanê ye pêk hat.

Li gorî medyaya welat, di meydana ku însanan ji bona pîrozkirina salvegera wîladeta Pêxemberê me Hezretî Muhammed kom bûne de teqînek pêk hat.

Piştî teqînê ji cîhê bûyerê re gelek ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Di encama teqînê de li gorî diyarîyên ewil yek jê polês 10 kesan canê xwe ji dest dan, ji 40î zêdetir mirov jî birîndar bûn.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyên derdorê re hatin rakirin û hat hînbûn rewşa hinek birîndaran giran e.

Hêj ti kes xwedî li êrîşê derneket. (ÎLKHA)