Rejîma sîyonîst, tixtorê Filistînî bi îşkenceyan hat şehîdkirin

Hat diyarkirin ku Tixtor Adnan Ehmed El-Burşê Serokê Beşa Ortopediyê ya Nexweşxaneya Şîfa ya Xezzeyê di meha Nîsanê de li girtîgeha rejîma siyonîst di encama îşkenceyê de şehîd bûye û cesedê wî teslîmî malbata wî nehatiye kirin.

Ekleme: 03.05.2024 18:15:24 / Güncelleme: 03.05.2024 18:15:24 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Saziya Karûbarên Girtî û Azadiyên Filistînî û Komîteya Girtiyên Filistînî diyarkir ku, Tixtor Adnan Ehmed El-Burşê Serokê Beşa Ortopediyê ya Nexweşxaneya Şîfa ya Xezzeyê, piştî ku 5 mehan di girtîgehên îşxalker de ma şehîd bû.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Tixtor Adnan Ehmed El-Burşê 50 salî û Îsmaîl Hûdarê 33 salî ji ber îşkenceyan şehîd ketine.

Li gor daxuyaniya Karûbarên Sivîl a Filistînê, El-Burş di 19ê Nîsana 2024an de li Girtîgeha Oferê şehîd bû.

Îsmaîl Hudar, piştî binçavkirina xwe şehîd bû û îro ceseda wî ligel bi dehan girtiyên Xezzeyê yên ji deriyê sînorî yê Kerem Şalom hatin berdan, hat teslîm kirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Filistîne li Xezzeye tevî bi şehadeta Tixtor El-Burş, hejmara xebatkarên tenduristiyê yên li Xezzeyê ji 7'ê Cotmehê û vir ve şehîd bûn derket 496an. (ÎLKHA)