Li xwepêşandanên Xezzêyê di zanîngehên Amerîkayê de heya niha herî kêm 2 hezar kes hatin binçavkirin

Li zanîngehên Amerîkayê bertekên li hemberî qetlîam û jenosîda ku rejîma îşxalker a siyonîst li Xezzeyê dike dewam dike, hat diyarkirin ku polîsan herî kêm 2 hezar kes binçav kirin.

Ekleme: 03.05.2024 15:20:26 / Güncelleme: 03.05.2024 15:20:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji 18ê Nîsanê vir ve li zanîngehên bi prestîj ên Amerîkayê xwepêşandanên alîgirên Filistînê tên lidarxistin.

Xwepêşandanên ji bo piştgiriya Filistînê tevî her cure zordarî û qedexeyan berdewam dikin, zexta li ser xwendekaran roj bi roj zêde dibe.

Xwendekar ji aliyê siyasetmedarên alîgirên siyonîst û her wiha ji aliyê polîs û xwepêşanderên ku piştgiriya rejîma îşxalker dikin rastî êrîşan tên.

Li hemberî xwendekaran gaz û guleyên lastîk tên bikaranîn û xwepêşander bi kelepçekirinê tên binçavkirin.

Di çalakiyan de herî kêm 2 hezar xwepêşandêr hatin binçavkirin ku di nav wan de gelek mamoste û profesor jî hene.

Xwepêşander daxwaz ji zanîngehan dikin ku piştevaniya agirbestê li Xezeyê bikin û pêwendiyên xwe bi şîrketên bi rêjîma siyonîst qut bikin.

Beşdarên xwepêşandanan bang li zanîngehan dikin ku "dest ji piştgiriya qirkirinê berdin". (ÎLKHA)