Çeteya îşxalker êrîşî Refahê kir: 4 jê zarok 7 şehîd

Çeteya îşxalkera siyonîst, li Refaha başûra Xezzeyê êrîşa asîmanî pêk anî, di encama êrîşê de 4 jê zarok 7 Filistînî şehîd bûn.

Ekleme: 03.05.2024 13:55:21 / Güncelleme: 03.05.2024 13:55:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Çeteya îşxalker, hat ragihadin ku li Meheleya Ez-Zûhûra Refahê êrîşa asîmanî li malbata Şahînên Filistînî kir. Di encam êrîşê de 4 jê zarok, 1 jê pîrek 7 Filistînî şehîd bûn, hin Filistînî jî birîndar bûn.

Piştî daxuyaniya êrîşa li Refahê ya Bînyamîn Netenyahûyê Serokwezîrê qaşo ya çeteya îşxalê, li dijî Refaha ku bi sed hezaran kesan dihewîna êrîşa asîmanî zêdetir bûbûn.

Di êrîşan ku li dijî Xezzeyê ji 7 Cotmehê ve dest pê kirine de herî kêm 14 hezar û 685 ji wan zarok 9 hezar û 670 ji wan pîrek 34 hezar û 596 Filistînî şehîd bûn, 77 hezar 816 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)