• DOLAR 32.226
  • EURO 35.002
  • ALTIN 2418.465
  • ...
Li Pakistanê ji bernameya Mewlûdî Nebî re êrîş hat kirin: 19 mirî, 40 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer, li nêzê camîyekî ku li herêma Mastunga Belucistanê ye pêk hat.

Li gorî medyaya welat, di meydana ku însanan ji bona pîrozkirina salvegera wîladeta Pêxemberê me Hezretî Muhammed kom bûne de teqînek pêk hat.

Piştî teqînê ji cîhê bûyerê re gelek ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Di encama teqînê de li gorî diyarîyên ewil yek jê polês 10 kesan canê xwe ji dest dan, ji 40î zêdetir mirov jî birîndar bûn.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyên derdorê re hatin rakirin û hat hînbûn rewşa hinek birîndaran giran e.

Hêj ti kes xwedî li êrîşê derneket. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir