Li Manîsayê di sîteya senayîyê de şewat: 7 kesan ji nexweşxaneyê re hatin rakirin

Li navçeya Turgutluya Manîsayê 7 kesên ku ji dûmana di nav dikanekî de derketin tesîrdar bûn ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Ekleme: 27.08.2023 11:50:38 / Güncelleme: 27.08.2023 11:50:38 / Xeberen Kurdi / Manisa Haberleri
Destek için 

Di nav dikanekî li Sîteya Senayîya Fatîha navçeya Turgutluya Manîsayê de şewat derket.

Şewata ku sedema derketina wê nayê zanîn, di demeke kurt de mezin bû.

Şewat, ji dikanên dinê re jî belav bû û li ser xeberdayînê ji herêmê re gelek ekîbên îtfaîye,  polês û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Hat îfadekirin ku şewat di encama midexeleya 3 seatî de hat kontrolkirin.

7 kesên ku ji dûmanê tesîrdar bûn jî ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Hat diyarkirin ku di 2 dikanan de zerara meddî pêk hat.

Sedema derketina şewatê tê lêkolînkirin. (ÎLKHA)