Dijminên Îslamê cardin êrîşî Quranê kirin

Li Swêd dijminên Îslamê yên bi navê Salwan Momika û Salwan Najem li ber Balyozxaneya Îranê Quranê şewitandin.  Edwin Wagensveldê dijminê Îslamê jî li ber Balyozxaneya Tirkîyê ya li Laheyê Quranê qetand. Kesên derdorê ji êrîşên ku hatin kirin re bertek nîşan dan.

Ekleme: 19.08.2023 16:30:31 / Güncelleme: 19.08.2023 16:30:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li welatên Ewrûpayê dijmintî û êrîşên li hember Îslamê her ku diçin zêde dibin. Li Swêd û Hollandayê dîsa êrîş li Quranê hat kirin û polêsan ew parastin.

Li Swêd dijminên Îslamê yên bi navê Salwan Momika û Salwan Najem ên ku berî niha çend caran êrîşî Quranê kiribûn vêcar li ber Balyozxaneya Îranê ya li Stockholmê Quranê şewitandin û li dijî Îslam û Mislimanan sloganan avêtin.

Pîrekek ku ji şewitandina Quranê re bertek nîşan da bi tûpa tefandinê ya di destê xwe de hewl da şewatê bitefîne û midaxeleyî Momîka bike.

Encax polêsan Momîkayê dijminê Îslamê muhafeze kirin û ji pîrekên bûn mani’. Dema ku pîrek ber bi alîyê Momîkayê dijminê Îslamê de çû Momîka ji tirsa revîya.

Dojminê Îslamê bi 20 wesayîtên polêsan û bi 100 polêsî ji cihê bûyerê hat birin.(ÎLKHA)