Li Swêdê Najemê neyarê Îslamê, ji bo êrîşeke nû ya ji Quranê re xwe amade dike

Polêsê Swêdê ji Salva Najemê Iraqî yê ku dixwaze li Stockholma paytext Qurana Pîroz bişewitîne re îzîn da.

Ekleme: 18.08.2023 10:30:33 / Güncelleme: 18.08.2023 10:30:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Salva Najemê koçberê Iraqî li Swêdê ya ku bûye navenda êrîşên ji Quranê re, ji bona ku li ber Balyozxaneya Îranê Qurana Pîroz bişewitîne îznê xwest.

Hat dîyarkirin ku ji Nazemê re îzîn hatîye dayîn lê ewê wê gemartîya xwe kengê bike nehat daxuyandin.

Najem berê jî ji bona ku êrîşeke ewakî lidar bixe ji meqamên Swêdê îzîn xwestibû, lê wê îzna wî nehatibû qebûlkirin.

Salva Najemê koçberê Iraqî yê 37 salî di 28ê Hezîranê de bi îzna polêsê Swêdê di Qada Medborjarplatsen navenda Swêdê de rûpelên Qurana Pîroz qetandibû û şewitandibû.

Momîka û alîkarê wî Najem di 28ê Hezîranê de li ber Balyozxaneya Iraqê a li Swêdê êrîşeke dinê jî lidarxistibû, di wê êrîşê de pihîna li Quranê xistibûn lê Quranê neşewitandibûn. Herdu neyarên Îslamê dûre jî di 31ê Tîrmeh û 14ê Tebaxê de li nêzê avahîya parlamentoyê rûpelên Quranê dabûn ber agirê. (ÎLKHA)