Iraq: Ger ku cardin Quran bê şewitandin em ê minasebetên xwe yên bi Swêdê re qut bikin

Rayedarên Iraqê, diyar kirin ger dubarekirina şewitandina Qurana Pîroz minasebetên bi Swêdê re ew ê bên qutkirin.

Ekleme: 20.07.2023 13:35:30 / Güncelleme: 20.07.2023 13:35:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ofîsa Medya ya Serokwezîrtîya Iraqê, di civîna lezgîn a ku di bin serokatîya Serokwezîr Muhammed Şîya es-Sudanî de hat kirin de hat diyarkirin ku şewitandina Balyozxaneya Swêdê a li Bexdayê hat şermezarkirin.

Di daxuyanîya ku derheqê şewitandina Quranê a li Swêdê de hatibû belavkirin de bal hatkişandin ku, “Hikûmeta Iraqê doh bi rêyên dîplomatîk hikûmeta Swêdê agahdar kiribû ku eger dûbarekirina şewitandina Quranê li ser xaka wê û pesendkirina wê bi hinceta azadiya derbirînê, dê pêwendiyên xwe yên dîplomatîk ligel Swêdê qut bikin.” Hat destnîşankirin ku ev kiryarên provokatîf peyman û pîvanên navneteweyî yên ku rêzê li dîn û baweriyan digirin, aştîyê tehdîd dike û çanda tundî û nefretê teşwîq dike. (ÎLKHA)