Çeteya îşxalê bang li sefîrên xwe yên li Îrlanda û Norveçê kir

Çeteya sîyonîstên îşxalker, ji ber ku Îrlanda û Norveç daxuyandin ew ê Fîlîstînê wek dewlet nas bikin, bang li qaşo sefîrên xwe yên li herdu welatan kir.

Ekleme: 22.05.2024 17:05:17 / Güncelleme: 22.05.2024 17:05:17 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Wezîrê karên derve qaşo yê rejîma îşxalker Yisrael Katz ji bona ku bi wan re îstîşareyê bike bang li sefîrên xwe yên li Dublîn û Osloyê kir, ev bangê jî bi pileya “zû”yê kir.

Hat îfadekirin ku ev sefîran ji ber ku herdu dewlet jî gotine em ê Fîlîstînê wek dewletê nas bikin hatine bangkirin. (ÎLKHA)