• DOLAR 32.788
  • EURO 35.16
  • ALTIN 2457.99
  • ...
Iraq: Ger ku cardin Quran bê şewitandin em ê minasebetên xwe yên bi Swêdê re qut bikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ofîsa Medya ya Serokwezîrtîya Iraqê, di civîna lezgîn a ku di bin serokatîya Serokwezîr Muhammed Şîya es-Sudanî de hat kirin de hat diyarkirin ku şewitandina Balyozxaneya Swêdê a li Bexdayê hat şermezarkirin.

Di daxuyanîya ku derheqê şewitandina Quranê a li Swêdê de hatibû belavkirin de bal hatkişandin ku, “Hikûmeta Iraqê doh bi rêyên dîplomatîk hikûmeta Swêdê agahdar kiribû ku eger dûbarekirina şewitandina Quranê li ser xaka wê û pesendkirina wê bi hinceta azadiya derbirînê, dê pêwendiyên xwe yên dîplomatîk ligel Swêdê qut bikin.” Hat destnîşankirin ku ev kiryarên provokatîf peyman û pîvanên navneteweyî yên ku rêzê li dîn û baweriyan digirin, aştîyê tehdîd dike û çanda tundî û nefretê teşwîq dike. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir