Balafirên koalîsyona Emrîqayê 10 caran sehaya hewayê ya Sûrîyê îxlal kirin

Balafirên koalîsyona di bin serokatîya Emrîqayê de, di nav 24 seatan de 10 caran sehaya hewayê ya Sûrîyê îxlal kirin.

Ekleme: 22.05.2024 10:05:14 / Güncelleme: 22.05.2024 10:05:14 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Alîkarê Serokê Navenda Lihevkirina Alîgirên Herbê yên Rûsyayê Tûmgeneral Yuri Popov, di daxuyanîya ku belav kir de weha got, “Li herêma El-Tanfê du heb balafirên herbê yên F-15, du heb balafira herbê yê Rafaelê, du heb balafira herbê ya Typhoonê û du heb jî balafira A-10 Thunderbolt di nav 24 seatan de 10 caran îxlal kirine.”

Popov, îfade kir ku balafirên koalîsyonê di 9ê Kanûna 2019an de jî protokolên nepevçûnê du caran îxlal kiribûn. (ÎLKHA)