Bîlgîn: Em zewacê xortan hêsan bikin

Mela Muhammed Bîlgînê alimê navdar ê herêmê derheqê ehemîyeta zewacê de nirxandinan  kir.

Ekleme: 10.07.2023 15:05:29 / Güncelleme: 10.07.2023 15:05:29 / Xeberen Kurdi / Bursa Haberleri
Destek için 

Bîlgîn diyar kir ku zewaca herî bi qiymet û bereket ew e ku mesrefa wê ne zêde ye û divê di warê zewacê de barê xortan neyê girankirin.

Alim hêj bang li gel dikin da ku di warê zewacê de barê xortan neyê girankirin, bangek jî ji teref alimên navdar ê herêmê mela muhammed bîlgîn ve hat kirin. Bîlgînê ku destnîşan kir xortên ku nikarin bizewicin bi rêyên xeyrî meşrû re rûbirû dimînin banga hêsankrina zewacê li malbatan kir.

Xweda di qurana kerîm di ayeta 32yem a sûreya nûr de ferman dike “wan kesên ezeb ên di nav xwe de bizewicînin…”

Mela Muhammed Bîlgîn

Lê belê ji ber ku şert û mercên jiyanê yên giran û ji ber barê giran a zewacê xort nikarin bizewicin û ên ku dizewicin jî zehmetîyeke mezin dikşînin.

Alimê navdar ê herêmê mela muhammed bîlgîn derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re nirxandinan  kir û balan kişand li ser ehemmîyeta zewacê.

Bîlgîn di axavtina xwe de weha got, “Di esra me de yek ji problemên mezin a sereke zewac e. Xortên ku heta emrê zewacê ji ber şert û mercên giran ên îqtîsadî û ji ber  barê giran a ku di dema zewacê de li ser milên wan tê kirin nikarin bizewicin.  Ji ber vê yekê jî xort nikarin bizewicin û ew bi rêyên xeyrî meşrû re rûbirû dimînin. Ev yek ji bo civakê tehlûkeyeke pir mezin e.  Divê ev asteng û barîyên ku li ber xortan hatine danîn bên rakirin.”

Mela muhammed bîlgîn di berdewama axavtina xwe de hedîsa derheqê zewacê de ya “Zewaca herî bi qiymet û bereket ew e ku mesrefa wê ne zêde ye” di bîran xist bang li rayedaran kir da ku di vî warî de ji xortan re bibin alîkar.

Bîlgîn di dawîya axavtina xwe de weha got, “Pêşî bar li ser milê malbatan û dûre jî li ser milê dewletê dikeve. Divê dewlet li ser vê meseleyê pir bisekine. Di dewra Omer Bîn Abdulazîz de memûrên dewletê diyar diyar digerîyan û digotin ‘me kesekî ku dixwaze bizewice û nikare bizewice heye ku em jêre bibin alîkar.’ Hebûn û bi vê şeklê ezeban dizewicandin. Divê ku em jî ji bo zewaca ciwanan ji wan re rehetîyê çêbikin ku bira nekevin dawa gunehan.” (ÎLKHA)