Li Fîlîpînan erebeya leşkerî qeza kir: 8 mirî, 6 birîndar

Li bajara Masbateya Fîlîpînan, erebeya ku leşker tê de bûn li erebeya betonê qelibî, di encama qezayê de 8 kes mirin, 6 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 17.10.2022 17:30:48 / Güncelleme: 17.10.2022 17:30:48 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku rayedarên leşkerî kirin de, li bajaroka Milagrosa li bajara Masbateyê erebeya ku leşkerên diçûn baregehên xwe tê de bûn, li qamyona betonê ya ku di kêleka rê de parqkirîbû qelibî.

Rayedaran diyar kirin ku di encama qezayê de 6ê wan li cihê qezayê 2 kesên wan jî li nexweşxaneyê mirin, 6 kes jî birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku qeza ji ber xerabûna firêna erebeya leşkeran pêk hatîye.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)