Çeteyên sîyonîst, li Zanîngeha Calîfornîayê êrîş li destgirê Filistînê kirin

Li Zanîngeha Calîfornîayê ya li Los Angelesê (ÛCLA), xwêpaşandana ku li dijî jenosîda li ser Xezzeyê dihat kirin dûçarî êrîşa çeteyên sîyonîst bû.

Ekleme: 01.05.2024 17:40:19 / Güncelleme: 01.05.2024 17:40:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Şahidên bûyerê ragihandin ku Midûrtîya Polîsan a Los Angelesê ragihandiye ku çeteyên bi maske ya alîgirên rejîma siyonîst ku bi şev li derveyê kampusa zanîngehê bi sedan kes xuya bûn, êrişî kampa alîgirên Filistînê kirin û fîşekên hewayî avêtin.

Bal kişand ki di dema êrîşên çeteyên sîyonîst de tu polîs ne liwir bûn û polîs piştî bûyerê 4 seetan hatin cihê bûyerê.

Joey Scottê nûçegihanê lêkolîner ji cihê bûyerê li El Cezîrêyê re peyivî û got ku, polîsan ji kêlekê bûyerê temaşe kirine.

Şahidên bûyerê ragihandin ku tu elaqeya çeteyên sîyonîst bi zanîngehê re nîne û ew ji der ve hatine anîn. (ÎLKHA)