Di bajara Pêxemberan de ji festîvalên ku ciwanan îfsad dike re bertek

Temsîlkarên STKyan ku ji festîvalên ku li Riha bên kirin û di armanca wan festîvalan de tê xwestin ki ciwanan îfsad bikin re bertek nîşan didin, bal kişandin ku ev festîvalên ku ciwanan îsfad dikin bila bi lez û bez bên betalkirin.

Ekleme: 26.08.2022 11:35:32 / Güncelleme: 26.08.2022 11:35:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bertekên ku ji bernameyên 15mîna “fanta fest” a ku li Rihayê bê tertîpkirin re tên nîşandan didome. Rêkxistinên civaka sîvîl ên ku destnîşan dikin ku ev bernameyên ku şaredarî û fanta organîze dike li Rihayê nakeve, exlaqê ciwanan xira dike.

Îbrahîm Halîl Govenê Serokê Komeleya Evîndarên Pêxember yê Rihayê û Seyfettîn Gunduzê Alîkarê Serokê Karwana Hêvîyê yê Rihayê, derheqê festîvala ku li bajêr ji teref şaredarîyê û fantayê ve bê tertîpkirin de daxuyanî dan.

“Festîvalên ku tên tertîpkirin exlaqê ciwanên Misilman xira dike”

Îbrahîm Halîl Govenê Serokê Komeleya Evîndarên Pêxember yê Rihayê

Goven di axavtina xwe de weha got, “Konserên ewakî li welatê me nakeve. Bi taybetî li bajara Rihayê ya ku Bajara Pêxemberan e qet û qet nakeve. Bi tu cihê Tirkîyeyê nakeve. Dema ku dîroka Tirkîyeyê bê nertin ev memleket memleketê Misilmanan û Îslamê ye. Festîvalên ku tên tertîpkirin exlaqê ciwanên Misilmanan xira dike. Rojava, çanda xwe ya Emperyalîst empozeyê ciwanên me dike. Ev, rewşeke wisaye ku rewşa nayê qebûlkirin e. Ez ji li vê derê dixwazim ku bang li rayedarên bajarê me bikim. Bang li wan kesên ku di vê meseleyê de alîkarîyê didin Walîyê me û Şaredarîya Mezin ya Bajêr û pêşîkêşî dikin. Ji konserên ewakî re nebin pêşîkeşî. Vana exlaqê ciwanan xira dike. Ciwanên me îfsad dike. Dibe sedema ku sibê roj em ji wan pirsgirêkan re nikaribin serî derkevin. Gotina ‘ciwanekî dîndar’ ya ku hikûmet daîma dibêje heye. Ev projeyeke ku nesla dîndaran ji dînê dûrbixin e. lazim e ku wan kesên ku ji ev tiştê re dibin sedem haya wan ji ev tiştê hebe.”

Goven, di dawîya axavtina xwe de weha got, “Em bi navê Evîndarên Pêxember naxwazin bernameyên ewakî bên tertîpkirin. Em naxwazin bila exlaqê ciwanên me xira bibe. Ev bi tu şeklê li Rihayê ya bajara Pêxemberan e nakeve. Di festîvalan de eraq jî tên vexwarin. Tiştên heram tên kirin. Zilam û pîrekan di qadê de kom dikin. Xuyangên ku nayê xwestin çêdibe. Ji ber vê yekê em naxwazin di bajarê me de ev tişt çêbibe. Înşaallah wan kesên ku ji tiştên ewakî re dibin pêşîkeşî, haya wan ji ev tiştê hebe û ji ev tiştê re asteng bibin.”

"Em bi dîmenên ku em nikarin jê re bi nav bikin re rûbirû ne"

Seyfettîn Gunduzê Serokê Karwana Hêvîyê yê Rihayê jî derheqê bernameyê de axivî û weha got:

Seyfettîn Gunduzê Alîkarê Serokê Karwana Hêvîyê yê Rihayê

“Gerek dev ji tiştên ku ciwanan îfsad dikin bê berdan. Em di bajarekî wisa de ne ku li vê derê gelek Pêxemberan jîyan kirine. Em di bajarekî wisa de ne ku bi mêvanperwerî, dîndarî û wesfên însanî nav daye ne. Hêvîya me tertîpkirina bernameyên ku li Rihayê bikevin e. Tiştên ku em dibînin, tiştên ku qet li Rihayê nakevin in. Qîz û zilam di nav hevdû de dîlanê dikin. Em bi dîmenên ku em nikarin jê re bi nav bikin re rûbirû ne. Ez ji li vê derê bang li rayedaran dikim. Bila bi lez û bez dev ji bernameyên ku ciwanên me îfsad dike, wan ji ‘esl û dînên wan dûr dixe bê berdan.”

“Çima hûn bernameyên ku angajeyê Rojavayê ne tertîp dikin?”

Gunduz, di berdewama axavtina xwe de bal kişand ku îmze ji bernameyên ku civakê îfsad dike re tê avêtin û axavtina xwe weha dawî kir, “Hûn mexlûqên xeternak in ku dînamît dixin bin ciwanên me. Çima hûn bernameyên ku angajeyê Rojavayê ne tertîp dikin? Ez bang li Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ê ku xwe kesê dîndar dihesibîne dikim. Hûn ji bona ku ji xelqê re xizmetê bikin hatin li vê derê. Hûn bi profîleke dîndar hatin li vê derê. Hûn îmze ji bernameyên ku civakê îfsad dikin re davêjin. Ji kerema xwe bi lez û bez dev ji van bermeyan û xirabûyan berdin.” (ÎLKHA)