31 kes ji şîva dawetê jehrî bûn

Hat destnîşankirin ku li Zongildaxê piştî şîva ku di dawetê de hatibû dayîn 31 kes ji xwarênê aciz bûn û hatin rakirin nexweşxaneyê.

Ekleme: 22.08.2022 09:10:05 / Güncelleme: 22.08.2022 09:10:05 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin li Taxa Şehîtlîka bajaroka Kandîllîyê, 31 kesên ku di nav wan de zarok jî hene piştî xwarina şîva ku di dawetê de hat dayîn nexweş ketin, ji ber gilîyên sergêjbûnê û lihevketandina dil çûn nexweşxaneyê.

Hat hînbûn ku rewşa nexweşan baş e.

Derheqê meseleyê de tehqîqat hat destpêkirin û ekîbên Midirtîya Daristan û Zîreata bajarokê jî nimûneyan girtin. (ÎLKHA)