Li Sêwasê ji perwerdehîyê re 2 roj navber hat dayîn

Li navçeya Gemereka Sêwasê ji ber barîna barana zêde ji perwerdehîyê re ji bo 13 û 14 Hezîranê navber hat dayîn.

Ekleme: 13.06.2022 09:50:31 / Güncelleme: 13.06.2022 09:50:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat destnîşankirin ku li hinek herêmên navçeyê ji ber barîna barana zêde lehî rabû. Lehî, zirarê da hinek ‘erdên ajotî.

Yilmaz Şîmşekê Walîyê Sêwasê, di hîsaba medyaya xwe yê civakî de daxuyanîyek belav kir û di daxuyanîya xwe de weha got, “Barana ku di seatên êvarê de xwe tesîrdar kir, bûye sebeba lehî û rabûnîyê. Ekîbên me 24 seat dixebitin, ji bo ku zarokên me ji vê rewşê bi xirabî tesîrdar nebin li navçeya Gemrekê ji perwerdehîyê 2 roj navber hatîye dayîn.” (ÎLKHA)