Hat qerar dayîn ku hilbijartinên Îranê di 28ê Hezîranê de bên kirin

Li Îranê piştî wefata Serokkomar Îbrahîm Reîsî, Konseya Parastina Makeqanûnê qerara hilbijartina 28ê Hezîranê pejirand.

Ekleme: 21.05.2024 18:35:27 / Güncelleme: 21.05.2024 18:35:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Konseya Parastina Makeqanûnê, piştî ku Îbrahîm Reîsî di ketina helîkopterê de jiyana xwe ji dest da, di 28ê Hezîranê de biryara hilbijartinên pêşwext ên serokomariyê pejirand.

Berdevkê Encûmenê Hadî Tahan Nazîf di daxuyaniya xwe ya ji bo kanala televizyona IRIBê de got, "Konseya Parastinê biryar da ku hilbijartinên serokomariyê di 28ê Hezîranê de bên kirin."

Duh jî Berdevkê Navenda Hilbijartinê ya Îranê Mohsin Îslamî ragihandibû ku hilbijartinên pêşwext ji bo serokatiya desteya kargêrî ya Îranê di 28ê Hezîranê de tê lidarxistin. Îslamî destnîşan kir ku ev hilbijartin wê çardehemîn hilbijartina serokomariyê di dîroka welêt de be. (ÎLKHA)