Hejmarên Filistînîyên ku li Şerîaya Rojavayê hatin êsîr girtin bû 8 hezar û 815 kesan

Rejîma îşxalker a sîyonîst ji 7ê Cotmehê vir ve ku destpêka operayona “Tofana Eqsayê” ye li Şerîaya Rojava û Qudsê 8 hezar û 815 Fîlîstînîyan êsîrgirt.

Ekleme: 21.05.2024 15:35:20 / Güncelleme: 21.05.2024 15:35:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Rejîma îşxalê ya sîyonîst ê ku êrîşên xwe yên li Quds û Şerîaya Rojavayê ya li dijî Filistînîyan didomîne, herî kêm 15 Filistînîyên din êsîr girt.

Li gorî daneyên Komîsyona Êsîrên Fîlîstînê, ji 7ê Cotmehê vir ve li Quds û Şerîaya Rojavayê “Bi tevî yên ku ji malên xwe, nuqteyên kontrolê ya keşkerî û bi zorê hatine teslîmgirtin” hejmarê êsîrên Fîlîstînîyan gihaşt 8 hezar û 815an.

Di êrîşên ku îşxalkeran pêk anî herî kêm 15 Filistînîyên din hatin êsîr girtin. (ÎLKHA)