Li Entabê 620 lître mazota qaçax hat bidestxistin

Li Entabê di nav erebeyekî de lêgerîn hat kirin, di encama lêgerînê de 620 lître mazota qaçax hat bidestxistin û 2 kesên şikdar jî hatin binçavkirin.

Ekleme: 02.04.2022 10:35:34 / Güncelleme: 02.04.2022 10:35:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji teref Midirtîya Ewlehîya Bajar ve daxuyanîyeke niviskî hat belavkirin, di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku ji teref ekîbên Şûbeya Micadeleya Sûcên Organîze û Qaçaxçîtîyê ve, bi koordînasyona Serdozgerîya Komarî li navçeya Şehîtkamîlê ji erebeyekî re operayon hat lidarxistan.

Hat ragihandin ku di encama lêgerîna ku di nav erebeyê de hat kirin de 620 lître mazota qaçax hat bidestxistin.

Hat îfadekirin ji mazotên ku hatine dîtin re dest li ser hat dayîn û derheqê 2 kesên şikdar de jî muameleyên fermî hat destpêkirin. (ÎLKHA)