Ji Serokwezîrê Qeterê banga agirbestê

Şêx Muhemmed bîn Ebdurrehman El Sanîyê Wezîrê Karên Derve û Serokwezîrê Qeterê, banga xurtkirina hewildanên ji bo bidawîkirina êrîşên li Xezzeyê kir.

Ekleme: 20.05.2024 17:09:41 / Güncelleme: 20.05.2024 17:09:41 / Xeberen Kurdi
Destek için 

El Sanî di Foruma Ewlekariya Cîhanî ya ku li Dohayê hat lidarxistin de axivî û diyar kir ku dîrokê îspat kiriye ku berdêl û encamên her îşxalkerîyê ji hemû vegera li hêviya îşxalker mezintir e.

El Sanî destnîşan kir ku polîtîkayên îşxalkerîyê, koçberkirina bi darê zorê û cezayên komî nehiştine ku ti pevçûn bi dawî bibe.

El Sanî diyar kir ku ji bo bidawîkirina şer û pevçûnên li Xezzeyê û gihandina alîkariyên mirovî divê “hewldanên navneteweyî bên zêdekirin”, Wî her wiha diyar kir ku Doha hemû hewlên xwe dide ji bo ku bi hewlên navbeynkariyê roleke girîng di pêşxistina aştî û ewlehiya cîhanî de bilîze.

Beriya hefteyekê Serokwezîrê Qeterê gotibû ku hevdîtinên agirbestê li Xezzeyê sekinîye û êrîşên rejîma îşxalker ên li Refahê her tiştî paşve dibe.

El Sanî da zanîn ku rejîma îşxalker ji ber êrîşa li ser Refahê danûstandinên agirbestê yên bi HAMASê re dereng xistiye û destnîşan kir ku hewldanên navbeynkariyê tevî xitimandinê jî berdewam dikin. (ÎLKHA)