BM: Li Lîbyayê di sala dawîn de 26 jê zarok 35 kes ji ber mayînan mirin an jî birîndar bûn

Mîsyona Piştgirîya Lîbyayê ya Neteweyên Yekbûyî (UNSMIL) ragihand ku, di navbeyna 2023-2024a meha Nîsanê de li Lîbyayê26 jê zarok 35 kes ji ber mayînan mirin an jî birîndar bûn.

Ekleme: 20.05.2024 15:15:18 / Güncelleme: 20.05.2024 15:15:18 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Navenda Çalakiya Mayinan a Lîbyayê, bi hevkariya Navenda Karûbarên Mirovî ya Cenevre ya Navneteweyî û Mîsyona Piştgiriya Beşa Çalakiya Mayinan a Neteweyên Yekbûyî li Lîbyayê, planek ji bo pêşxistina stratejiya çalakiya mayînan a li seranserê welat ragihand.

Seroka Beşa Çalakiyên Mayinan a UNSMIL Fatma Zourrîg got ku Lîbyayê ji sedî 36 ê herêmên bitalûke yên mayinkirî yên li welêt hatine tespîtkirin paqij kir, lê nêzî 436 mîlyon metreçargoşe pîs maye.

Zourrig diyar kir ku di 5 salên dawîn de zêdetirî 400 kes di qezayên teqemeniyê de mirin an jî birîndar bûn û got, "35 ji van par pêk hatin. 26 ji wan zarok bûn. Ev hejmar ne tenê kêşeyên ciddî yên ku em pê re rû bi rû ne, di heman demê de girîngiya jiyanî ya hevkariyên navneteweyî jî destnîşan dikin. Bi hevkariyê, em dikarin kapasîteyên sektora çalakiya mayinan xurt bikin û pêşerojek ewledar ji her kesî re hazir bikin." (ÎLKHA)