Li 2 bajaran li dijî PKKê operasyona hevdemî hat kirin: Derheqê 25 kesan de qirara binçavîyê

Li Stenbol û Wanê li dijî PKKê operasyonek hevdemî hat lidarxistin, di encama operasyonê de ji 25 kesên ku derheqê wan de qirara binçavîyê hatibû dayin, 20 kes hatin qefaltin.

Ekleme: 15.02.2022 12:05:25 / Güncelleme: 15.02.2022 12:05:25 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat destnîşankirin ku şikdarên hatine qefaltin ji rêxistinê re alîkarîya maddî dikirin û ji bona ku çalakî bikin jî lêgerînan dikirin.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin di encama lêgerînên ku di edresan de hatine kirin de gelek melzemeyên dîjîtal û dokimanên rêxistinî hatin bidestxistin.

Ji bona wan 5 sûcdarên fîrarî jî xebatên lêgerînê berdewam dike. (ÎLKHA)